الصفحات

11‏/09‏/2010


Sînemakar û Derhênerê kurd Cano Rojbeyanî dilê xwe ji bu KurdPortalê ve dike


K.N.P:Şînwar Kemal(Duhok): Sîmemakar (CANO ROJBEYANî)Yêk ji Sîmemakarên mezinên Kurde, ku xizmete ka baş pêşkêşî klturê Kurdî bi giştî kiriye û sînema kurdî bi taybetî, ji bo ko em zêdetir xebat û xizmeta wî hunermendî diyar bikin, me ev dîdare digel encam da,

Kurdportal - Kengi hatiye jiyane u xelke kij devera kurdistaney?
Ez li 1961 hatim ser dinyayé li Zumar ku dikevit devera Musil, belê ez du salî bum dema
me ji ber rewşa siyasî mal barkir Zaxo. Ez li Zaxo mazin bum ta 1974 serhildan dest pê
kir. Piştî şikestina şosreşê ez berev Iranê çom û li ‘76ê buma penahinde li Amrîka.
Kurdportal - Kengî û çewa te dest bi kare xwe kir ?
Her ji biçîkatîyê min hez li film sazîyê kiriye. Min êkemîn sînaryo nivîsî dema ez li pola
şeşê serekî bum li qotabixana Xabur li Zaxo li 1972. Herçend ez zarok bum û min çi
zanyarî li ser sînaryo nivîsînê nebu û nivîsîn bi Kurdî asan nebu ji ber ku qotabixane bi
Erebî bu. Belê ez xweş diçom sînemê li Musil û paşan li Zaxo dema sînema vebu li 1971.
Min gelek film timaşa kirin û xewnamin ew bu rojekê biçim Hollywood.
Min karê film‐sazîyê li 1984 li Virgina dest pê kir. Ew dem min edebê Inglîzî (English
literature) dixwand li zankoyê bi roj, û rêberya sînemekê dikir bi şev. Min bernameyeka
heftane bi nave “Culture Internatonal” li telefizyonêkê li Virgina berhem hêna weku
derhêner û berhemhêner bo mawê salekê. Ev bername xelata (Hometown USA) wergirt
li 1985ê. Paşê min yêkemîn karê film (drama) bo telefizyonê berhem hîna bi nave “Come Back” ku xelata rojnama Washington Post wergirt li 1987’ê.
Ez li 1988 çom Hollywood, studyoyeka montajê vekir, û li 1995 filmê “Dance of the
Pendulum” berhem hîna.
Li 2001 min filmê “Jiyan” li Kurdistanê berhem hîna, u li 2009 “Chaplin of the
Mountains” li Kurdistanê berhem hîna. Ev filme bi zimanê Inglîzî ye, niha li montacê ye.
Kurdportal - Çima ji hemû karan te Sînema jê girt?
Her li zarokîyêve min hez li çîrok wergêranê kiriye. Filmsazî ne bi tinê wergêrane
belê peyamdane û hunerekî Universal e, yanko, ne wek pirtokê, film bi hêsanî li hemu cihanê belav dibit.
Kurdportal - Armanca te ji vi kari çiye ? yan tu di xwazî çi name bigehînî ?
Armanca min ya yêkê milletê Kurd bi dinyayê bidim nasîn, ciwanîya kulturê me,
dewlemendiya ferhengê me û rewşa siyasî û tiracidîyên gelê me bigehînim çarcêvên
cihanê.
Kurdportal erê tu daxbarê Sînema kîjan walatî û daxbarê kîjan Sînema karî?-
Sînema Neorealist ya filmsazên Italiya, weku Filînî, Sergo Leone, Pasolini,
Zeffirelli, Rosellini, Visconti, De Seca, u Michaelangeli Antononi daxbarim.
Min filmê “Jiyan” u “Chaplin of the Mountains” bi şêwaza Neorealizma van
sînemakarmendên bihêz berhem hînan.
Kurdportal - Hebona Sînemayeka KurdÎ ÇI giringiya xwe ji bo milete Kurd heye ?
Ez dixwazim rabigehînim ku Kurd xwedan dîrokeka resen e û rolê xwe hebuye li pêşxistina şaristaniyetê, bi taybetî li bare çandê û ayînê, belê niha buye qurbaniya siyaset û berjewendiyên gelên din. Gelê Kurd xudan kultur û ferhengeka dewlemende, belê birîndar û bê hevale. Kurd ji gelên din ne kêmtire, belko ji piraniya gelên dewruber berztire, belê mafê azadî û serxwebun ê lê hatiye standin. Em dikarin vê peyamê bigehînin bi rêka sînemayê.
Kurdportal - Tu sînema Kurdî ya evro çawe dibinî û paşeroja Sînema Kurdî çawe dibinî?
Sînema Kurdî hêşta lawaze. Filmên Kurdan û filmsaz kêmin û piştgîrî bêxe. Li
devera başur zemînek dursut buye belê heta niha bingeheka bihêz bo sinema
Kurdî cie negirtiye. Ji berku destgahên rewşenbîrî û rêveberiyên karên sînemê kêmxem bune. Piştgîriya filmsazên pispor kême, ta niha sînemakarên pispor ji yên lawaz cuda ne kirine. Eve buye hoyek bo berhem-hênan a filmên seqet û durxistina filmsazên pispor.
Kurdportal - Çi bihête kirn ? û kî pê rabît ? da sinema kurdî berv pêş biçîtin?
Ji ber ku filmsazî karekî bi nirxe, sînema durust nabit bê piştgîrî ya millet û
destgahên berpirsyar. Filmsaz u karmendên berpirsyar bi rêverberya karên
hunerî dibe berjewendiya Sinema Kurdî û ya millet bêxin pêş berjewendiya xwe. Eger na, em ser na kevin u ew destkeftîyên me bi dest hînayne dê helweşin. Ez heşt sala li Kurdistanê jiyam (2000-2008) û têkoşan kir halîkarya sînema Kurdî u gencên hunermend bikim, min çend xul (workshop) dan û du festival berhem hînan, belê mixabin destgayên berpirsyar çi yarmetî nedan, belkî gelek kesan dijî min xebitîn. Piştî filmê Jiyan min bo şeş sala hewlda filmekê li ser kêşaKerkuk ê berhem bînim, belê rê nedan û sozên piştgîrîyê cie negirtin. Li 2008 min bi bê omêdî Kurdistan bi cie hêla.
Herwusa, li filmê dumahîyê, Chaplin of the Mountains (Çaplin ê ser Çiyan) ku li ser tiracidiya enfalê ye, min aktor ji Emrîka û Kanada û Ewropa hînan Kurdistanê, û bi perên xwe film berhem hîna. Nihaji bo temam kirina filmî min xanyê xwe li Hewlêrê bo froştinê daniye. Li heman dem Wezareta rewşenbîrî pere daye filmsazekî Faris bo berhemhînana filmek bi nave Çaplin. Ez bê gumanim ew filim dê gelê Kurd nizim û nefam nişan dit. Çi bête kirin? Giringî bi Sinema Kurdî bête dan weku karekî rageyandinê û bo berjewendiya huner û rewşenbîrîya Kurdî li cihanê, nek weku hoyeka din bo gendelîyê.
Kurdportal - Hîvî û Omêden te bu paşerojê ?
Giringî bi sinema û hunerê Kurdî bête danê. Destgeheka sinema Kurdî bo peywendîyên nav‐neteweyî (internatonal co‐piroducton), re‐xweşkirin û halikariya filmsazên Kurd û biyanî, berhemhînan a fistivaleka navneteweyî li paytextê, û bi hêz kirina akadamiyên sînemayê li Kurdistanê.
Kurdportal - Peyva te ya dumahiyê?
Li ayendeka nêzîk ez pirtokekê li ser heşt salên tecruba xwe li Kurdistanê dinivîsim. Ev
pirtok dê bi Inglîzî bit, u bi wurdekarî rewşa sinema u hunerî Kurdî xuya kit. Niha min
çend berhemên Amrîkî u Ewropî li pêşin, belê ez hîvî darim berdewam bim bi saz‐kirina
filma bo gelê xwe her çend ez bi na‐umêdî ji Kurdistanê derkeftim.
Bo filmsazên genc ez dibêjim, rumetên baş yen gelê xwe pêş bêxin, biyaniya tê bigehînin ku gelê Kurd ne gelekî nefame. Raste mirovê Kurd bara xwe ya kêşa heye weku gendelî u xwefroştin, belê piraniya gelê Kurd pêşkeftî u pêşkeftîxwaze u amadeye bo serxwebunê. Filmsaz pêdive vê peyamê berçav bêxit,zor sipas ji bo weyên hêja û malpera Kurdportalê
_______________________________________________


Profîla filmên Cano Rojbeyanî
Film:
Çaplin ê Ser Çiyan (Chaplin of the Mountains) 2010
Jiyan 2002
Dance of the Pendulum 1995
Belgeneme
Gore be Komelekan (Saddam's Mass Graves) 2003
Chemical Ali's Anfal 2004
Sitcom:
Radyo Qela (sê bazin) 2007
Filmê Jiyan li zêdetir li 60 fistivalên cihanî u zankoyan nimayiş buye. Li pênc
pêşbirkan beşdar buye u çar xelat wergirtîye:
Specal Jury Award ‐New Director's Showcase, Seattle Internatonal Film Festival
Best film - Festiroa Internatonal Film Festival, Setubal, Portugal
Best film - Rights to Have Rights Film Festival, Modena, Italy
Specal Menton - In The Spirit of Freedom Award ‐Jerusalem Film Festival
Nominated, Tiger competiton, Rotterdam Internatonal film festival



ليست هناك تعليقات:

إرسال تعليق

شــــــــینوار كه‌مــــــــال


www.sh-k.tk

www.sh-k.tk