الصفحات

11‏/09‏/2010


Kurdekê 12 salî Sînema Îraqî gehande Oscarê


K.N.P: Şînwar Kemal(Duhok) Pîştî borîna sê heftiyan ji roxana rijêma faşîzma beis li sala 2003 Ehmed aw zarokê kurdê 12 salî ko di gel dapîra xwe li Kurdistanê dijîn,Piştî ko deng û bas digehnê ko hindek êxsîrên cengê li başurê

îraqê hatîne dîtin Dapira wî hewil didet biçin li korê xwe babê Ehmdî ewê çoye şerê kendavî yê sala 1991 û ne zivriye ve ,bi dirêjahiya rêka ko ji çiyayên Kurdistanê bu Babil Diçît û hewil didetin bizanit ka dapira wî li div çi di gerhîtin
ev çende Çîroka filmê(Korê Babil)e ji derhênana derhênerê îraqî (Muhemed El Deracî)ye û filmê navbirî bu ye ji wan filmên ko sê dê jê dihêne girtin bu beşdarikirnê di xalatê baştrîn filmê Biyanî li Oskara sala 2011 yê ko wezareta rewşnbîriya Îraqa Fîdral piştevaniya wî diketin
û her dema ev filme gehişte qonaxa dumahiyê dê bîte yêkemîn filmê îraqî di gehîte vê qonaxê û her dîsan dê bîte ferkeftineka mezin bû sînema îraqî û bu film çêkeran ji ber ko ev filme bi bodceyeka kêm hatiye durst kirn,ev filme berhmê yêkeye yê Kompaniya PîraMidea û kompaniyên 12 welatan beşdarî di berhemhênana vî filmî da kirye ji ber wê peyama ev filme bi xwe ve digrîtn ta nihû çendîn xelat wergirtine ,wek xelatê aştiyê yê bîst û pêncê li Vîstevala Berlîn û xelatê derhênerên nû li Vistevala Edenbere û xelatê dahênana Hunerî ji layê lijneya dadweriyê ya vîstevala Sirbiya û li çendîn Vistevalîn erbî û navdewltî hatiyê nîşandan
Filmê Kurê Babil behsê ketarê îraqa nû diket û ev filme hewil didet birînet kevin deman biketin û harîkariya welatî biket ji bo yêk rêziyê û pêkve jiyanê hewil didetin berperên kevin û yên nû pêkve girê bidetin û yê kevin di kovana nexweşyan da xendiqî û yê nû yên hîviyên paşerojî ve,ev filmederdeseriyîn hemî iraqîyan bê codahî diyar diketn wesa diyar diketin rijêmen pêş nûke hîç ciyawazî di azardana îraqiyan da ne dikir hemî xelk di êşandin û zordarî li ser hemuyan hebu,ev filme dixwazîtn hemû îraqî yêk bigrin û welatê xwe berev avadankirnê biben


ليست هناك تعليقات:

إرسال تعليق

شــــــــینوار كه‌مــــــــال


www.sh-k.tk

www.sh-k.tk