الصفحات

11‏/09‏/2010



Jiyan bo Jiyanê belgê Filmê nû yê Şînwar Kemal


K.N.P:(Duhok): bidrêjahiya dîrokê mrovê kurd bi hemî şiyanêt xo qurbanî dayne û hemî gava daxiwaza aştîyê kirîne, belê mrovên li dewruberên wan herdem hewla bindestiya wan kiriye,û hewil daye mirovên kurd wekî wan bvên bikarbînin,û li heman dem saman û axa wan ji bu berjewndên xwe bikarînayne, lê mrovê kurd hîç demî dest nedahêlayne û berevanî ji ax û ala û zimanê xwe kiriye, lewra bi

dirêjahiya sala pêşmergên kurdistanê yên ko giyanê xwe dikene qurbanî ji bo parastina kurd û kurdistanê, li ber çi dojmnekî nedanaye, û kurdistan kiriye gurstan bu her dojmnekê, eve bitinê nîne belko hewla parastina mrovayetê bigiştî daye, jiyan bu jiyanê, belge flmekê drêje li dur jiyana pêşmergekê kurd, ku piştî jinav çûna rijêma be'sî lî sala 2003 çoiye, naverast û jêriya îraqê bitaybet, bajêrê mûsil , û giyanê xwe danaye serdestên xwe ji bu parastina mrovên wan devera.
Raid faxir îbirahîm , ew pêşmergebû,yê ku tîrostên karên tîrorî li 'îraqê diken, demê guh li navê wî dibû, ji tirsa dilerzîn, lewra herdemekê van tîrorsta hewla karekê tîrorî di da yan hewla danana bombeyekê dinav welatîên bê guneh da, ev pêşmergê henê bê tirsû bihemî wêrekî ev hewle ji nav dibrin û tîrorst,û giyanê bidehan mruvêt bê guneh di parast.
ev Filme ji sînarîo û derhênana sînemakarê kurd (Şînwar Kemal)e, û wênegir (Hewar şêlazî) bikarê wênegirtinê rabuwiye, dîsan ronahî (Karwan Balaî) û montaj (Biriyar Kemal) rêveberê berhemî (Burhan Mehemd Nurî) û berhemê kompaniya vîkcom li bajêrê duhokê ye.
li dur vî Filmî Şînwar kemal taybet bu kurdpurtal axft.
Tiştê ez rakêşaym ji bu çêkirna vî filmî min hindek dîmenên erşîfê pêşmerge faxir îbirahîm dîtin, birastî mrovekê kêm wêneye, ji ber ku bê tirs di çû bi destên xwe bê her amîrekê taybet mend, bombên tîrorîsta dinava welatiyan da di danan pîç di kirn , û hewlêt wan ji nav dibrin, li wî demê ku ev bombe dibît il her demekî buîve peqî ba, piştî ku min ew dîtî pirsiyara yêkê min jê kirî ka eger çi bu ev zîrekiye li def te heyî û tu palddayî bu vî karî ? ewî gût (eger bi min ve peqî ba, ez kesekê btinê bûm û da ji malekê btinê çim, lê herdemê ew bombe min pîç nekirba û peqî ba da bidehan mrovên bê guneh ji jin û zaroka û pîra kojît û li çendîn mala kete behî) birastî van gutina ez hejandm û yêkser min biriyara dirostkirna flmekî li dur vî kesî da, û sipas bu xwdê piraniya qunaxên flmî me bi serkeftiyane encam dan, û nuke jî li qunaxên montajê ye, û bi anehaya xwdê dê li demekê nêzîk bidumahîk hêt û amade bît bu nîşandanê, û mebest ji vî filmî ewe ku mrovayetî û wîrekiya pêşemergên Kurdistanê û amadebûna wan li herdemî ku giyanê xwe pêşkêşî parastina jiyanê biken, raid Faxir wek sîmbolek bu bi dehan pêşmergêًn wekî wî, û ev çende bibîte bersvek yên ku nasnavên kirêt bi duîf pêًşmerga vedinin.
hejî ye bêjîn ku raid Faxir îbirahîm, yêk ji pêşmergên kurdistanê bû, ku beşdarî bidehan dastanên qehremanane buiye, û li sala 2003 çuiye naverast jêriya 'êraqê û bidehan hewlên tîrorî jinav birîne, lê li sala 2006 ji egerê peqîna bombekê ku tîrorsta li bajêrî muîsl danabû, çend parçên leşê xwe ji dest dane.

ليست هناك تعليقات:

إرسال تعليق

شــــــــینوار كه‌مــــــــال


www.sh-k.tk

www.sh-k.tk