الصفحات

11‏/09‏/2010

Hunermend Diyar Dêrsim dibe Qehremanê Filmê Xurşîd û Sermexanê li Kurdistanê



K.N.P:Şînwar Kemal(Duhok) Xurşîd û Srmê xan yan xurşîdê çav bixal, yêk ji wan çîrokên gelerîyên ku çendeha sale dinava miletê meda heyin û mîna çîrokên Xec û Siyamend û Mem û Zîn û Ferx û sitî... htd, û bidîtina xanim Viyan mayî sînemakara mezina Kurd û xwedana çendîn xelatên navxoyî û nav neteweyî yên

vîstevalên sînemayê, nûke dem hatiye ku em kellturû çîrokên xwe bikeyne Film, û eve maweyeke çîroka navbirî bi kumeka hunermendên Kurd li Kurdistanê dibe flmekê sînemayî , li dur vê çendê derhêner Viyan mayî rêvebera sînema Duhok û derhênera filmê navbirî taybet bu K.N.P gût :

serê minda, li demekî birayê min Ce'fer Mayî , bernameyek binavê her stiranek çîrokeke û Moeyd Teyb pêşkêşdkir, her stiranek ji wan dikire çîrokeka temsîlî ya 30 xelekeyî bu radîoya Bexda, û yêk ji wan çîroka xurşîd û Srmê xan bu û min rulê Srmê xanê di gêra, û heta nûke ew xewnek bû diserê minda, bikeme filmekê sînemayî, çunkî gelek kelepurê kurdîtêdaye û bi dîtina min sînema baştirîn rêke, mrov kellturê welatê xwe biniyasîtû 'eşqa xwe diyarket, min gelek bizav kir ku ev çîroke bibîte film û birayê min harîkariya min kir û çîrok bu min nivêsî û hevalê min Rubar bakur sînaryoya nivêsîû em li bergeriyaîn ku parekî bu bidiset xwe ve bînîn û evên derhêner di gûte me eve tiştekê gelek mezne, û min gûtê em dê kengî keyn eger em hikumet bîn û me hunermend û sînemakarên xwe hebin padê kengî keyn? û buçî dikeyn? û min dest pê kir û min gût şul şêre eger me dest pê kir dê bîte ruîvî,û şêr mestir lê hat,û parêzgerê duhokê ji layê aburî ve harîkariya me kiriye, û hîviya min ewe wezareta Rewşnbîrî harîkariya mebiket û me ç arîşe nînin, bitinê bu muzîk û montajê dêmînîne li hîviya xêrxwazekî harîkariya mebiket, û ez bawerdikem dê bi dumahîk înîn û me nîvek yê bi dumahîk înayî, û me dîmenên zorên ciwan yên Kurdistanê diyarkirîne û eger ev filme li cîhanê belav bibît gelek geştiyar dê hên li wan ciha gerhin û serdana Kurdistanê ken, û dîsan ev çîroke çîrokeka kevne belê ne yaduîre ji nuke çunkî her nuke jî bîrî û şivan û'eşq yên heyn, û hunermendên, mezn mîna Diyar Dersim û Zozan û Kalê Zerdeşt ji Elmaniya hatiye , û hunermendên Hewlêr û Slêmaniyêû Duhok û girupekê baş têda kardiket, û em yên li hîviya xêrxwaza harîkariya me biken çunkî me gelek dîkur û hatinû çûn pêwîste û şer di filmî da heye, û ez di bêjm herkesê hez ji welatê xwe biket dê harîkariya meket û hîviya dera xuliya sera.

debareyî wê çendê ku hunermend ji gelek parçên kurdistanê têda kar diken û yêk jwan Hunermendê berniyas Diyar Dersime, Viyan xanê gût, birastî em hemî kurd yêkîn û çi ciyawazî dinavbera kesê ji me nîne û Diyar di xeyala minda ew kes bu ku dê vê rulîdrust înît û hizra min dirust derket û em sînemayeka kurdî ya gişt kurda ava dikeyn neya bajêrekî yan texekê. 30 salaye di ev çîroke nêzîkî

Hunermend Diyar , ekterê serekê yê vî flmî ku birulê xurşîd dê çav bixal rabuwiye, taybet bu K.N.P gût,
Ev filme dastaneka kurdî ya kevne wek siyabend û xec û Mem u zîn û ptir ji mehekê ye em têda kardikeyin û hêdî hêdî beref dumahîkê ve diçît û eve cara yêkê ye ez di sînemayê da kar dikem û helbete karekê zorê bi zehmete dîsan her karê dî yê mirov dirust diket çi stiran bît yan sînema zehmet bu divêt da ku mirov bişêt karekê baş biket,dîsan yadî dê mînîte li duîv mirovî ka çend bawerî bixwe heye û eger mirov bawerî bixwe hebît û dirust li gur rênima yên karî biçît dê serkeftinê înît, her çende pêştir min da şanoyê da dîsan vîdio klîpan da rul dîtiye belê wek film eve cara yêkê ye.
xurşîd ne kesayetiyeka nêzîkî mine, belê em hemû Kurdîn û korên gundayne, xurşîd jî kurê gunda ye û xerbendê axaye, belê ew beramber zolma wî serhildidet, min jî dijiyana xweda çi beramber zulma axa yan dagîrkera dest nedahêlane û berxwedan kiriye dibît li vêrê em wekî yêk bîn, dîsan em hemî kurên gundayne û kurên Kurdayne û yêk bihayne, belê layê dî yê kesayetiya wî zur ji min dûre.
derbarî hindê ku çewa Diyar ji stiranê beref sînemayê ve çû, diyarî gût, piştîku daxwaz ji min hatiye kirn beşdarî vî flmî bibm û min sînarîyo xwand, û ji berwê yekê ku bu min diyarbû ku ev çende dê xizmeta çand û kelturê kurdî ket, dîsan sînema kurdî hêşta pêş nekeftiye herçende hindek karên baş dirust buwîne û filmên baş hatîne dirust kirn ûxelatên nav neteweyî wergirtine, lê hêşta kême ji ber ku tiştekê nuwiye û vê çendê bala min kêşa.
dibît eger min disînemayê da serkeftin îna di hindek karên din da karbikem lê ev çende min ji hunerê sitiran gûtinê dûr naxîtn belku sitiran bu min tiştekê jiyanî ye û neşêm bê sitra gutin bijîm
Dîsan Reyan Hirorî fermanberê rêveberiya sînema duhok wek harîkarê wênegiî û klakêt dibînît ku ev filme dê yê serkeftî bît ji ber ku karekê zor baş bu hatiye kirn û kadrên baş têda kardken û çîruka filmî jî ji çîrokên bihêze û em hemî kastê filmî di gel yêk di guncayine.

Hawkar ferhad wênegirê filmî , ev filme bi sistemekê pirofişonal di hête çêkirn ku çi ciyawazî di gel sîstemên li Europa û Emrîka nîne, û xuş halîn ku ev sîsteme zîka geheşte kurdistanê, ew jî sîstemê (HD) sêt lênz, ku zur bizhmete, nexwşiya wê ewe ku em bi sîstemekê ful HD î dirust dikeyin belê nîşandana (HD) me lI kurdistanê nîne lewra divêt em bigohrîn bu DV ku evejî kwaltîê dî hînîte xwarê , em li wê hîvî yê ne ku piştî filmê me bi dumahîk dihêt dê ev sîstemê nîşandanê ji hête kurdistanê û ev arîşe jî namînît, , belê xuşiya karê me divî filmî da hemî kastê me kurdin û em ptir diyêk digehîn dîsan pêştir me ezmun di gel yêk hebûn, û zur kar bixuşî dihête birêvebirn, dîsan gelek ji kastê filmî bu cara yêkê ye vî karîdiken, û sîstemê me lênzên curaw cur dihêne bikarînîn ku divêt her ekter bizanît dê çewa liber karket ku ev kare jî bu bizhmete , belê her xweşe çunkî em hemî kurdîn û di yêk digehîn
kastê filmî ji derhêner û wênegir û harîkarê derhênerî fikirî berujî dîsan kadirên din ji kesên pirofêşoal û xwedan serburên başin di sînema kurdî da, lê piştî film bi dumahîk dihêt û belav dibît hîngê dê biriyar li ser hête dan kayê serkeftî ye yan ne

ليست هناك تعليقات:

إرسال تعليق

شــــــــینوار كه‌مــــــــال


www.sh-k.tk

www.sh-k.tk