Fîlmê Tole yê derhînerê kurd Mehdî Omêdî, piştî çend salên bêdengiyê dê di van nêzîkan de di Zagros TV de bêt nîşan dan. Çêkirina vî fîlmî di 2003-yê de dest pê kiribû û bes carekê, hêj timam nebûyî li bajarê Kerkûkê hatibû nîşan dan. Wextê Karzan Gilî ji bo rojnameya Hewlêrê jê dipirse ka ew dê vî fîlmê xwe li Hewlêrê nîşan bide, ew weha bersivê dide:
- Nexêr, ez, heta ku saloneka sînemayî ya çak li Hewlêrê nehêt durist kirin neşêm wî nîşan bidim.Çimkî gelek xweştir e mirov fîlmekê sînemayî bi amrazên sînemayî yên timam nîşa xelkî bide, neku bi rengekê parçe parçe kirî.
Piştî sala 1991-ê malbateka kurd ji Kerkûkê têt derbider kirin û wek gelek malbatên din yên ji Kerkûkê derxistî, ew li Hewlêrê bicih dibe. Rijêma beis li şûna wê, malbateka ereb di xaniyê wan de bicih dike. Ew malbata kurd piştî sala 2003-yê û nemana Seddamî dixwaze vegere bo Kerkûkê û nav xaniyê xwe. Lê kur û keçên wê malbata ereb jî mezin bûne û naxwazin ji wî xaniyê derbikevin û di navbera herdu malbatan de problem û nexweşî çê dibin.
Problem û neyarî di navbera wê malbata ereb û malbateka din ya ereb de heye. Ew malbata din ya ereb vê problema di navbera malbata kurd û ereb de ji xwe re biderfet dibîne û êrişê dike ser wê malbata ereb ya di xaniyê malbata kurd de û dixwazin wan bikujin. Lê ew malbata kurd nahêle ew êrişa wan serbigire û wê malbata ereb ya di xaniyê wan de ye ji kuştinê diparêzin û ev dibe egera dostîniyeka nû di navbera wan de. Ev naveroka fîlmî ye û Mehdî Omêd di vî fîlmê xwe de ji vê pirsgirêkê re li berisivan digere.
Mehdî Omêd sala 2000-ê ji derve vegeriya ve başûrê Kurdistanê û bi îsiyatîva wî birêveberiya Sînemayê ya ser bi wezareta rewşenbîrî hat damezrandin û bo demekî bû berpirsiyarê wê. Wî du fîlm »Rawe cinoke« û »Tole« çêkirine. Ew niha jî kar li ser fîlmekê sînemayî li ser şkestina 1975-ê û çawa çend çend bêjer û karmendên radyoya Dengê Kurdistanê bizavê dikin bo ku ew radyo nekeve nav lepên dewleta Îranê. Mehdî Omêd dê van rojan biçe Rûsiya bo wergirtina Doktoraya xwe.
kulturname

ليست هناك تعليقات:
إرسال تعليق