الصفحات

26‏/02‏/2009

Fîlmê »Welat« yê şîrketa Art Colors hat nîşandan

Fîlmê »Welat« yê derhîner Welat Ebdullayî duhî, saet çarê êvarê di hola Nivîseran di avahiyê Êketiya Nivîserên Kurd li Dihokê de û di nav çalakiyên salvegera 39 ya damezrandina Yekîtiya Nivîskarên Kurd li başûrê Kurdistanê de hat nîşandan.
Ev fîlmê yekê yê şîrketa »Art Colors - Art Produktion«-ê ye û ew duhî bo cara yekê hat nîşandan. Rêveberê şîrketa Art Colors Îhsan Qadir Hesen li ser vî fîlmî û naveroka wî û xebata Art Colorsê duhî weha ji Kulturnameyê re axivî: Em kompaniya »Art Colors - Art produktin« ya berhemên hunerî û ragihandin û sînemayê ne. Ku ev delîve bo me hate pêş, me li gel derhînerê genc Welat Ebdullayî ev karê hunerî bi cih îna, ku fîlmekî bi navê »Welat« bo wî durist bikin.
- Naveroka fîlmê »Welat« li ser komeka gencan e. Ev genc qesta derveyî welatî dikin. Heza derveyî welatî li def wan peydabû û ew nizanin ka çi asteng û çi nexweşî û çi rêk li pêşiya wan hene. Wan wesa hizir dikir ku ev rêk herdem bo wan qêr kiriye, yan jî mehfûrên sor bo wan danayîne û ew dê çin wê derê bo nav keyf û xweşiyan û dê gehine jiyaneka ciyawaz li gel cîhana me ya li vî welatê em tê de dijîn. Ew diçine wê derê û ji nezanîn dikevine nav destên komeka mafiyayan yan qaçaxçiyan û astengên nexweş dikevine di rêka wan de. Heta ku digehte wê radeyê û ew jî dûmahîka fîlmî ye, ku ev genc careka dî bizivirin ve welatê xwe û wekî dibêjin »Şam şekir e, belê welat şirîntir e« û rastî jî weha ye ku welat şirîntir e.
- Fîlmê »Welat« wek fîlm berhemê me yê yekê ye, her çende me hindek berhemên dî hene, lê ew ciyawaz in, ew wek klîp in.
- Me, bi anehiya Xudê li ber e di demê bihêt de, li meha sêyê dest bihavêjine fîlmekê dîtir. Paşî me sê fîlmên dî li ber dest hene ku em dê karî li ser kin û du fîlmên dî jî di qonaxa senaryoyê de ne.

»Fîlmê Welat
Fîlm: WelatŞîrket: Art Colors - Art ProduktionDerhîner: Welat EbdullaWênegirtin: Dilêr TêlîMuzîk: Harî KemalEkter (leyistikvan): Azad Îbrahîm, Cerîde Mihemed Emîn, Ma Ebdulezîz, Helkeft Ebdulla, Serkeft Ebdulla, Kovan Ebdulla, Nîwar Cebar, Evraz Feysel, Lawîn Reşîd, Rend Elî.
Kulturname

ليست هناك تعليقات:

إرسال تعليق

شــــــــینوار كه‌مــــــــال


www.sh-k.tk

www.sh-k.tk