الصفحات

26‏/02‏/2009

Kêşmekêşa Ciwan Bamernî û wezareta rewşenbîriyê li ser çi ye?

Ev demekê dirêj e kêşmekêş di navbera derhînerê kurd Ciwan Bamernî û wezareta rewşenbîriyê de li ser fîlmê »Kewate çawerê ye« heye. Ev fîlm ji berhemên wezaretê ye û ji derhînana Ciwan Bamernî ye û par fîlmkirin û wênegirtina wî timan bû, lê hêj karên montaj û dengî mane. Fîlm 90 deqîqe ye û li ser karesata Enfalan e û nêzîkî 400 kes tê de dileyizin. Ragehandina Kurdistanê diyar dike ku wezaret dixwaze ku Ciwan vî fîlmî yê netimamkirî teslîmî wê bike û Ciwan jî naxwaze wî fîlmê hêj netimambûyî bide wezaretê.
Ciwanî ji bo timamkirina montaja vî fîlmî daxwaza 50 000 dolaran kiriye, lê li gor wî rêveberiya sînemayê ya bi ser wezaretê ve wan pereyan jê re xerc nake. Wezaret gazindeyan ji mesrefa zêde ya Ciwanî dike û Ciwan jî bi wê hizrê ye ku hinek di wezaretê de dixwazin bi dilê xwe mesrefê bikin û guhortinê di fîlmî de bikin. Ciwan Bamernî li ser vî babetî di hejmara îro ya Kurdistanî Nwê de ev ronkirina jêrîn belav kir:
Piştî ku di rûperê dawiyê yê Kurdistanî Nwê hejmara 4792-ê ya roja duşemê de babetek li ser fîlmê »Kewate çawerê ye« belav bû, min bi pêdivî dît ez çend ronkirinan pêşkêşî xwendevanan û aliyên hêja yên peywendîdar bikim.
Min di destpêkê de wek derhînerê fîlmê »Kewate çawerê ye« peymanek li gel wezareta rewşenbîriyê çê kir. Di wê peymanê de hatiye ku divêt ez nisxeya fîlmî piştî timambûna wî bi sînemayî neku bi kêm û kasiyan ve bidim wezaretê.
Her wek di naverokê de hatiye nivîsîn, min wek derhîner %43 pişk di firotina fîlmî de heye û tê de hevbeş im û di wextê belavkirina wî de jî divêt yan ez yan jî nûnerekê min li gel nûnerekê wezaretê amade bin. Niha jî ku di wezaretê de dixwazin ku fîlm bê ku karên wî yên wek montaj û htd. timam bibin bêt teslîm kirin, çi gerentî heye ku ew fîlm belav nabe yan jî hinek kes bi fîlmî naleyizin, ji bo nimûne wek bi serê fîlmê Behmen Qubadî hatibû.
Ji aliyê dî ve, heger daxwaz ew be ku ez fîlmî netimamkirî bidim wezaretê, ew têkdana wê peymanê ye ya ku min li gel wezareta rewşenbîriyê heye; çunkî li gor wê peymanê divêt ez fîlmekê sînemayî yê 35 mm yê ji her aliyekî ve timam pêşkêşî wezaretê bikim, neku fîlmekê ku hinek tiştên destpêkê jê re hatine kirin. Ev jî sîstema karkirinê ye di berhemanîna fîlmî de.
Ji aliyekî dî ve min li destpêkê şaşî kir û ez naxwazim wê dubare bikim ve. Min di destpêka karî de 120 milyon dînar wergirtin û xerciya karî di destê min de bû û kar gelek baş bi rê ve çû; lê piştî demekî di civînekê de wezaretê ji min xwest ku ew bi xwe mesrefê bikin û ez jê dûr xistim. Ew niha berpirs in ji wan mesrûfatan û ez jî bi tenê ji wan 120 milyon dînaran yên ku min bi xwe serf kirine berpirs im, lê ne ji wan yên ku wan bi dilê xwe serf kirine, çunkî ez dizanim hinek kesan wezîr şaş tê gehandiye û zanyariyên nedurist dane wî.
Min pê xweş e bibêjim ku ez hurmetê li îmzaya wezîrî û qanûnê digirim. Lê hinek kesan bawerî bi wan tiştan nîne. Wan gelek caran gotiye ew tiştine rotînî ne. Ez niha jî sozê didim ku her wextê fîlm li ser sîstema 35 mm timam bû, ez dê li gor wê peymana di navebra me de wî fîlmî bidim wezareta rewşenbîriyê. Ez herweha daxwaza nivîsekê ji wezîrê rewşenbîriyê dikim ku tê de diyar dike ku çi kes nikare wî fîlmî bê agahdariya wezareta rewşnbîriyê belav bike.

Kulturname - Nûçe

ليست هناك تعليقات:

إرسال تعليق

شــــــــینوار كه‌مــــــــال


www.sh-k.tk

www.sh-k.tk