Derhênera Kurd Viyan Mayî: Ji nezanan ditirsi
Viyan Mayî
Rûdaw: Derhênera Kurd Viyan Mayî xwe wek jineke azad û hêjayê azadiyê binav dike. Mayî di bersivdana pirsên Rûdawê de dilê xwe vekir û jiyana xwe vegot.
Rûdaw: Tu salên dûr û dirêj li Swêdê mayî, Swêdê çi ji te stand, çi da te?
Viyan Mayî: Swêdê gelek tişt ji rengê jiyanê da min, zanist, fêrbûn û naskirina gelek kulturên cuda, ku mirov wan îmkanan li welatê xwe nabîne. Lê çi ji min stand? Peywendiya bi hêz di navbera min û hinek kesên nêzîk de…
Piştî demekê tu ji Swêdê vegeriya Kurdistanê, çi tu vegerandî?
Gundê min, navê min, çiyayên min, hebûna min û ew pêwîstiya ku welat di vê demê de pêdivî me hemûyan e. Dîsa ez bawerim ger mirov li azadiyê bigere, mirov wê li welatên biyanî qet nabîne… Mirov tenê li ser axa xwe dikare wê azadiyê bibîne.
Li Kurdistanê te dest bi kişandina fîlman kir, sedema ku em Viyan li pişt kamerayê weke derhêner bibînin çi bû?
Ji bo karên destpêkê û nû her kes dibêje “Ma çima ez, bila kesekî din dest pê bike”, lê ez herdem dibêjim çima ne ez! Ew tiştên ku mirov girîng bizanibe, divê hewl bide pêk bîne. Herdem xewna min ew bû ku rojekê delîvek hebe ew çîrok û lawikên kurdî bibin fîlm.
Jineke Kurd û derhênera sînemayê, xelk çawa li te dinêre?
Bi çavekî bilind dinêrin, ew ji bo karê min dibin alîkar.
Dema te dest bi karê çêkirina fîlman kir, piştgiriya herî zêde te ji kê wergirt?
Ji mêr, zarok û ji birayên xwe.
Sînema niha pir ji dema te dibe, çawa dikarî karê malê û karê sînemayê bi hev re birêve bibî?
Zarok mezin bûne û mêrê min jî mirovekî azad e, problem tune ne.
Astengiyên herî zêde li pêşiya te çi ne?
Bêbernameyî û mirovên ne azad, rewşenbîrên vala!
Ji nava Kurdan, bêhtir kîjan derhênerî diecibînî?
Hîşam Zeman
Fîlma herî dawîn ku te lê temaşe kiriye, kîjan e?
“Nav ne li bîra min e” hemî şevan di tv de dibînim.
Viyan Mayî, xwe jineke çawa dibîne?
Azad û aşiqa azadiyê.
Pir bi xwe bawer î?
Gelekî.
Gotina herî zêde jê hez dikî çi ye?
Aştî.
Gotina qet jê hez nakî?
Mixabin.
Tiştê ku tu pir jê aciz î?
Ew dengê ku zarokan ji xew radikin.
Çi dihêle tu bigirî?
Stranên kurdî.
Çi dihêle tu bikenî?
Reftarên rewşenbîrên vê demê li meydanê.
Te dixwest çi karî bikî?
Rojnamevanî yan hunermend.
Di nav Kurdan de kîjan kesayetiyê (siyasî, hinerî, dîrokî…) diecibînî?
Xanî.
Dema bi tenê dimînî kîjan stranê ji xwe re dibêjî?
“Bê te jîna min”, Gulbihar.
Dengê herî xweş ji bo te?
Dengê qebêna kewan.
Bajarê herî zêde jê hez dikî?
Dihok.
Tu ji kîjan taybetmendiya xwe hez nakî?
Torebon.
Tu ji kîjan taybetmendiya xwe pir hez dikî?
Xweserî.
Li çi poşman bû ye?
Ji baweriyên şaş.
Ji çi ditirsî?
Ji nezanan.

ليست هناك تعليقات:
إرسال تعليق